ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan bi lijneya rojnamevanên biyanî ra hat bal hev.
Akdogan li Avahiya Navendê ya Serokwezîriyê bi lijneya rojnamevanên biyanî ra hat bal hev. Rojnamevanên biyanî li ser banga Midûriyeta Giştî ya Enformasyon û Weşan-Çapemeniyê ji dewletên cur bi cur hatin.
Hat ragihandin ku rojnamevanên biyanî di warê xwe da xwedî tecrube ne û bûrsa Knight Wallace Foundationê werdigirin.