ANKARA
Serokê Lijneya Birêvebirinê û Midurê Giştî yê Anadolu Agencyê (AA) Kemal Ozturk got: "Em ê di meha îlonê de bi îngilizî bultenê vejenê derbixin. Hedefa me bazara dinyayê ye. Di nûçegihaniya vejenê de heke bandora me di dinyayê de çênebe em ê ber xwe bikevin."
Akademiya Nûçeyan ya Anadolu Agencyê bi mebesta ku di qada vejenê de nûçegihanan perwerde bike dest bi "Perwerdeya Nûçegihaniya Vejenê ya bi îngilizî" kiribû. Nûçegihanên ku perwerde bûn, bi merasimekê ve belgeya xwe ya beşdarbûnê stendin. Merasim li Hêwana Konferansê ya AAyê hat lidarxistin. Xwendekarên ku ji akademiyê mezûn bûn, li ser xebatên ku di dema perwerdeyê de dîtin fîlm çêkirin û ev fîlm dan temaşekirin.
Midurê Giştî yê AAyê û Serokê Akademiya Nûçeyan Kemal Ozturk di merasimê de axivî û diyar kir her ku diçe kesên ciwantir beşdarî saziyê dibin û wiha dewam kir: "Di jiyana min de ez ketim kîjan saziyê, yê herî ciwan ez bûm, ez bi vê kêfxweş bûm. Ez dêna xwe didimê ku di ajansê de yên ku kal bûne yek jê jî ez im. Zêdebûna hejmara kesên ciwan hilberîna me zêde kir. Em ê di paşerojê de bibînin ka ev ciwan dê bi çi awayî bibin sedema xurtbûna saziyê."