ŞIRNAK
Li navçeya Silopiyê endamên komeleyê ya Tevgera Ciwanên Kurdistanê daxuyanî da çapemeniyê û êrîşên Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) yên li Iraqê protesto kirin.
Daxuyanî di avahiya komeleyê de hat dayîn. Ji bilî endaman kesên ku ji Iraqê hatibûn jî beşdarî çalakiyê bûn.
Alîkarê Serokê Şaxa Diyarbekirê ya Tevgera Ciwanên Kurdistanê Roger Çager axivî û got ku milîtanên DÎŞIyê êrîşeke mezin bir ser axa Herêma Kurdistana Iraqê.
Çager got, "Peywira her kurdistaniyiyekî ye ku vê axê biparêze û van êrîşên kirêt def bike" û wiha dewam kir:
"Ji bo ku em Kurdistanê biparêzin, wezîfeya xwe ya netewîtiyê bi cih bînin, divê em biçin Şengalê, Zûmarê û cihên din yên Kurdistanê li dijî terorîstan şer bikin. Bi axaftinên beradayî û bêwate axên welêt nayên azadkirin. Îro roja nasîna dost û dijminan e. Di van rojên girîng de, kesên ku bi nûçeyên derew hêviyên xelkê dişkênin, nabin dost. Ew kesên ku wan kiryaran dikin jî, xizmetê bo dijminan dikin."