ANKARA
Onder Aytaçê ku di çarçoveya lêpirsîna guhdarkirina civîna ewlehiyê ya li Wezareta Karên Derve de hatibû binçavkirin pîştî îfadedayînê serbest hat berdan.
Aytaç di bernameyeke televizyonê de hin tişt xeber dabû û ji ber vê yekê jî bi îdiaya ku 'haya wî ji guhdarkirinê heye' bi telîmata Serdozgeriya Komarê ya Enqerê hat binçavkirin û li Midûriyeta Şaxa Têkoşîna li Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Enqerê îfade da.
Aytaç piştî îfadedayînê di saet 6.00ê şebeqê de serbest hat berdan.