VAN
Li gelek deverên Tirkeyê demsal êdî bihar e, lê li Başqaleya navçeya Wanê tîmên ku xebatên paqijkirina berfê berdewam dikin, rêyên du gundan ji bo hatûçûyê vekirin.
Tîmên paqijkirina berfê yên Îdareya Taybet a Navçeyê ev 4 roj in xebatên xwe berdewam dikin. Piştî xebatan rêyên gundên Dalliya Jorîn û Daliya Jêrîn ya ku 35 kîlometro dûrî Başqaleyê ne û rêyên wan exlebî ji ber şapeyê tên girtin, hatin vekirin.
Şefê îdareya Taybet yê Navçeyê Umît Arslan, xebatên paqijkirina berfê qontrol kir û daxuyaniyek da. Arslan di daxuyaniya xwe de got ku di rêya gund de li hin cihan berfa ku bi qasî 10 metroyan yên ku ji ber şepê kom bûbûn, hebûn.
Arslan got ku ji ber ku makîneyên wan kevn in carinan ji bo paqijkirinê kêm dimînin û ew jî mecbûr dimînin ku bi dozerên bi palet rê vekin. Arslan got ku şikir me berfa dawîn a salê jî bi rûyeke spî paqij kir.