ÎSTANBUL
Hêzên ewlehiyê ber destê sibehê li 8 navçeyên Stenbolê bi piştgiriya helîkoptêran ve operasyon bir ser rêxistina DHKP-Cyê.
Li gor agahiyên hatin hildan ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna bi Terorê re ya Midûriyeta Ewlehiyê ya Stenbolê girtin ser navnîşanên ku li Kuçukçekmece, Sultangazî, Başakşehîr, Bagcilar, Bahçelîevler, Esenyurt, Ataşehîr û Bakirkoy a berê hatibûn tespîtkirin.
Hat ragihandin ku di çarçoveya operasyonê de ji 10î zêdetir kes hatin binçavkirin û piştî operasyonê hin kesên rûpêçayî li ser Kolana Îsmetpaşaya Siltangaziyê kom bûn û kevir avêtin polêsan.
Kesên ku di operasyonê de hatin binçavkirin li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Hasekiyê hatin kontrolkirin.
Gumanbarên ku hatin binçavkirin ji bo îfadeyê bidin, birin Midûriyeta Ewlehiyê ya Stenbolê û di nav wan kesan de jin jî hene.