PARÎS
Şaredariya Parîsê biryar da ku mifteyên eşqê yên li ser pira Pont Des Artsê dê bên komkirin. Şaredarî dibejê jimara mifteyan ji sedhezarî zêdetir bûye û êdî zirarê dide pirê.
Li ser pirê tê texmînkirin ku di navbera 700 hezar û milyonekî mifte hene. Rayedaran diyar kir ku heta 8 hezîranê ev miftê dê bi temamî bên komkirin.
Tê gotin ku li ser pirê aşiqan heta niha 45 ton qefle kilît kirine û ev demek e şaredarî dixwaze van kom bike. Ji ber van mifteyan par perçeyekî pireyê hilweşiyabû û loma şaredariyê ji bo hişyariyê plakên şefaf bi pireyê ve kiribû.