DİYARBAKIR
Li Diyarbekirê piştî êrîşa ku di encamê de 2 leşker şehîd ketibûn û 4 leşker jî birîndar bibûn dest pê kiribû, dewam dike.
Operasyona ku hêzên ewlehiyê piştî bûyerê dabû destpêkirin dewam dike.
Cendirmeyan ser rêya navbera Diyarbekir-Bîngolê de, tewdîrên ewlehiyê hildan herwiha li ser rêya Taxa Dûrû û navçeya Kocakoyê jî rê girtin û destûrê nadin kes derbasî herêma lê teqîn çêbû bibe.
Tedawiya 4 leşkerên birîndar li Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîclê dewam dike.
Terorîstan li ser rêya Taxa Kayacika ser Licêya navçeya Diyarbekirê agir pêxistibû. Li ser vê di saet 22.30an de, ekîbên cendirmeyê hatibûn cihê bûyerê. Terorîstan êrîşê tîma cendirmeyan a ku hat cihê bûyerê kiribû. Di encama êrîşê de, Serçawiş Cendirme Îsmaîl Yavûz û Cendirmeyê Pispor Mehmet Koçak şehîd ketibûn û 4 leşker jî birîndar bibûn.