03 Adar 2020•Rojanekirin: 03 Adar 2020
Di çarçoveya "Operasyona Qeredaxê ya Kapan-7ê" ya ku Wezareta Karên Navxweyî li xeta Sêrt-Şirnexê demeşîne da xebatên lêgerînê dewam dikin.
"Operasyona Qeredaxê ya Kapan-7ê" ya ji bo terorîstên li herêma Qeredaxê berteref bikin di 1ê adarê da dabûn despêkirin bi serkeftî dewam dike.

Tumgeneral Ahmet Haciogluyê Fermandarê Jendirmeyên Şirnexê, Tuxgeneral Huseyîn Hîlmî Atabayê Fermandarê Cendirmeyên Sêrtê, Tuxgeneral Alper Sirê Fermandarê Lîwaya Qomandoyan a Cendirmeyên Çakirsogutê sewqî îdareyê dikin, operasyon bi beşariya 815 personel, 52 tîmên operasyonel, bi piştgiriya ji hewayê dewam dike.

Di operasyonê da teyareyên bêmirov û drone jî tên bikaranîn û hêzên ewlekariyê bi firokeyan sewqî herêmê dikin.
"Naz"a kuçika lêgerîna xurekê û "Fîşek"ê kuçikê lêgerîna mayînan bi hêzên ewlekariyê ra digerin, şikeft û sitargehên li herêmê tên kontrolkirin.

"Operasyonên kapanê" yên ji bo berterefkirina terora li nav xwelêt dabûn destpêkirin bi piştgiriya welatiyan bi biryardarî dewam dikin.