Önder Beyter
03 Adar 2020•Rojanekirin: 11 Adar 2020
Koçberên bêdestûr ên ku hatin Edîrneyê hewil didin ku xwe li Çemê Merîçê ku di navbera 212 kîlometre sînorê Tirkiye-Yûnanistanê da wekî sînorê xwezayî ye, bixin û derbasî Ewropayê bibin.
Hejmara koçberên bêdestûr ên ji bo ku biçin Ewropayê tên Edîrneyê, roj bi roj zêdetir dibe.
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu ragihand ku ji saet 09.15an pê va hejmara koçberên bêdestûr ku ji axa Tirkiyeyê derketin û ji Edîrneyê derbasî Yûnanistanê bûn, gihîşt 130 hezar û 469an.
Koçberên bêdestûr ên ku hatin Edîrneyê li ser sînorê Tirkiye-Yûnanistanê yê 212 kîlometreyî dixwazin ji Çemê Merîçê û gundên sînor derbasî Ewropayê bibin. ( Şebnem Coşkun - Anadolu Agency )
Sînorê Tirkiye-Yûnanistanê 200 kîlometre jê Çemê Merîçê ye, 12 kîlometre jê jî beja bi tevahî ji 212 kîlometreyan pêk tê.

Ji sedî 70yî bihurîna koçberên bêdestûr a bo Yûnanistanê ji ser Çemê Merîçê ra dibe.
Hin koçberên bêdestûr bi beleman derbasî aliyê din ê çem dibin, hinek jî soberî dikin û wisa ji çem derbas dibin.
Di serî da Uyuklutatar, Doyran, Elçili, Saçlimusellim, Sigircili, Eskikoy, Kiremitçisalih, Gemici, Rahmanca, Hasirci, Arnavutkoy, Karayusuflu û Ali Bey, koçber ji 25 gundên ser sînor derbasî Yûnanistanê dibin.
Qedera 2 hezar û 500 koçberên li herêma tampon a li Deriyê Sînor Pazarkuluyê li bendê ne ku Yûnanistan derî li wan veke.

Lêbelê Yûnistanê ji roja ewil bi şiweyeke tund midaxaleyî koçberên bêdestûr kir û nîşanî wan da ku ew ê derî veneke.
Midaxaleya hêzên ewlekariyê ya Yûnanistanê ya dijî koçberên bêdestûr a bi xaza îsotê, bombeya rondikrêj û ava gur va dewam dike.