06 Tebax 2016•Rojanekirin: 07 Tebax 2016
DIYARBAKIR
Li Lîce, Hanî û Hazroya navçeyên Diyarbekirê di operasyona ser terorîstên PKKyî de kesekî ku lê digeriyan hat girtin û wesayîteke bombebarkirî ya ku plakaya wê biyanî ye hat îmhekirin. Di operasyonê de li 5 stargehan bi qasî 2 tonî melzemeyên xurek û jiyanê hatin dîtin.
Walitiyê daxuyaniyek da û da zanîn operasyona ku di 1ê tebaxê de li Lîce, Hanî û Hazroya navçeyên Diyarbekirê li çolwara 12 gundan ji bo ku mensûbên rêxistina terorê yên ku di nav wan de birêvebirên payebilind jî hene yên li çiya û daristanan fealiyetê dikin bên pasîfîzekirin, stargeh, şikeft û depoyên tên nirxandin ku li herêmê ji aliyê terorîstan ve tên bikaranîn bên tespîtkirin û melzeme bên bidestxistin, hevkarên li cî û waran û şexsên ku lê digerin bên girtin, qadên çandiniya hişbirê ya ku çavkaniya fînansê ya rêxistinê ye bên îmhekirin û madeyên hişbir ên hatine îmalkirin bên bidestxistin dabûn destpêkirin, bi serkeftî temam bû.
Dan zanîn ku di operasyonê de kesekî ku lê digeriyan hat girtin û cî dan van agahiyan:
"82 hezar û 280 kinfa kok hatiye îmhekirin, 200 kîlo û 700 gram esrara gir, 60 kîlo esrara toz hat bidestxîstin û îmhekirin. 100 kîlogram amonyum sulfata ku di çêkirina teqemeniyê de tê bikaranîn, 30 gram amonyum nîtrat, 4 teqemeniyên bidestçêkirî û wesayîteke bi plakaya biyanî ya bombebarkirî hatin dîtin û îmhekirin. Di lêgerînên ku hatin kirin de tifingeke nêçîrê ya bêruxset û kesekî ku lê digeriyan hatin girtin, 5 stargeh, bi qasî 20 tonî melzemeyên jiyan û xurekê, 185 sîwanên ku ji bo astengkirina dîmenên asîmanî tên bikaranîn, 70 cil û bergên rêxistinê hatin bidestxistin. Stargeh û melzemeyên jiyanê hatin îmhekirin."
Di daxuyaniyê de dan zanîn ku miameleyên edlî yên der heqê operasyonê de berdewam dikin.