06 Tebax 2016•Rojanekirin: 07 Tebax 2016
ERZURUM
Wezîrê Tenduristiyê Recep Akdag da zanîn ku 117 kesên ku piştî teşebûsa derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) birîndar bûn hê jî li nexweşxaneyê tên dermankirin, ji van rewşa tenduristiya 18 kesan xedar e.
Wezîr Akdag ji bo ku têkiliyên cur bi cur dayne hat Erziromê û li navçeya Pasînlerê serdana mala bavê polêsê herekata taybet Yakup Surucuyê ku di dema teşebûsa derbeyê ya 15ê temûzê di êrîşa ser Serokatiya Daîreya Herekata Taybet a li Golbaşiya enqereyê şehîd ketibû, kir.
Akdag sersaxî da malbat û eqrebayên Şehîd Surucu û piştî ku rojnamevanan dîmen kişandin demekî ji çapemeniyê re girtî bi malbata şehîd re axivî.
Piştî ziyaretê rojnamevanan pirsa rewşa tenduristiya birîndarên ku piştî teşebûsa derbeyê ya FETO rakirin nexweşxaneyan kirin. Akdag li ser vê yekê wiha axivî: "Niha li nexweşxaneyên me 117 birîndarên me hene. Birîndarekî me li Meletiyê, 2 birîndarên me li Sakaryayê, 114 birîndarên me jî li Enqere û Stanbolê tên dermankirin. Em ji vana ji bo rewşa tenduristiya 18 kesan hê jî dibêjin ku "xedar e". Heke ne jiyana xetereyê ya tu kesî tune, şikir ji Xwedê re. Lê em hê jî rewşa tenduristiya 18 kesan xedar dibînin."
Akdag qal kir ku birîndarên navborî tên dermankirin û got ku "Em birîndarên xwe derman dikin. ew xaziyên me ne."
Wezîr Akdag pişt re derbasî navçeya Palandokenê bû û dîsa serdana malbata polêsê herekata taybet Murat Ellîkê ku di êrîşa ser Serokatiya Daîreya Herekata Taybet a li Golbaşiya enqereyê şehîd ket, kir.