Li Orhangaziya navçeya Bursayê otobêsêke rêwiyan li tirekê qelibî û di qezayê de 33 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyan otobêsa ku şofêrê wê Tanju Bîba (48) û plaqeya wê 45 FC 87 bû dema ku ji Stenbolê rê ket ku here Dîdîma navçeya Aydinê, li ser rêya Gemlîk-Orhangaziyê li taxa Gedelekê li tira ku şofêrê wê Cafer Turkmen (43) û plaqeya wê 35 AJ 1094 bû qelibî.
Di qezayê de ji 46 rêwiyan 33 kes birîndar bûn.
Birîndar rakirin nexweşxaneyên Orhangazî, Gemlîk, Yalova û Bursayê. Hat ragihandin ku rewşa 3 birîndaran giran e.