Semra Orkan
17 Gulan 2022•Rojanekirin: 18 Gulan 2022
Ozlem Sarikaya Yurta spîkera NTVyê ji nexweşiya pençeşêrê ku demek bû dikêşiya pak nebû û jiyana xwe ji dest da.
Yurta spîkera NTVyê ku Komeleya Rojnamevanan a Ewropayê di sala 2009an da wekî pêşkeşvana herî baş a xeberên sibehê hilbijart di 39 saliya xwe da wefat kir.
Ozlem Sarikaya Yurt di sala 1983yan da li Stenbolê hat dinê û ji Beşa Radyo, Sînema û Televîzyonê ya Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Stenbolê mezûn bû.
Yurtê li televîzyona Haberturkê dest bi pîşeyê kir û paşê di sala 2010an de derbasî NTVyê bû.
Yurt di sala 2013an da bibû dayik.
Cenazeyê Ozlem Sarikaya Yurtê dê piştî nimêja cenazeyê ya bi dû nimêja nîvro re li Mizgefa Qisma 5emîn a Atakoyê bê kirin bê definkirin.