Wezareta Perwerdehiya Neteweyî (MEB) di 109 branşan de tayina 39 hezar û 642 mamosteyan kir. Ji bo tayina mamosteyan li Eywana Sermamoste ya li Wezaretê merasim hat kirin.
Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî Nabî Avci ji ber ku li Azerbeycanê ye beşdarî merasimê nebû lê misteşarê MEBê Yusuf Tekîn, burokratên wezaretê, namzedên mamostetiyê û malbatên wan li ewyana merasimê bûn.
Misteşarê MEBê Tekîn di axaftina xwe de qala wan dibistanên dihat îdiakirin ku dê tê de perwerdehiya kurdî bihata dayîn kir û wiha got: "Wezareta Perwerdehiyê berê diyar kiribû ku saziyên ku dixwazin perwerdehiyê bidin heke rê û rêzikan bi cih bînin ji bo vê daxwaza wan dê destûr bê dayîn. Lê ji ser vê daxuyaniyê re vaye salek derbas bû û ji bo vê yekê tu daxwazek negihişt ber destê Wezareta Perwerdehiya Neteweyî.
Tekîn diyar kir ku hikûmet û wezaretê salek berê ji bilî van kirin û gazinan pêşiya vê daxwazê vekiribûn û wiha pê de çû: "Hikûmet û Wezareta Perwerdehiya Neteweyî ya me salek berê beriya van kirinan jixwe pêşî li vê yekê vekiribûn. Di nav salekê de ji bo vê daxwazê tu serlêdanek negihişt destê me û ji ber ku serlêdan nehatin kirin tu gavek jî nehat avêtin û di vê mijarê de tu nirxandinekê jî hewce nekir."
Piştî ku xeberdan bi dawî bûn tayina mamosteyan dest pê kir.
Ji nav 132 hezar û 743 namzedên mamostetiyê yên ku ji bo bibin mamoste serî lê dabûn 39 hezar û 642 kes hatin tayinkirin.
MEBê ji bo ziman û zaraveyên zindî jî 18 cih cihê kiribû.
Wezareta Perwerdehiya Neteweyî di 109 qadan de ji bo hildana 40 hezar mamosteyî kadro vekiribû û ji 12ê îlonê pê ve jî serlêdan qebûl kir.
Serlêdanên mamostetiyê di 18ê îlonê bi dawîn bûn.
Namzedên mamostetiyê yên ku dixwestin bibin mamoste li ser navnîşanên elektronîk yên http://mebbis.meb.gov.tr û http://ikgm.meb.gov.tryê forma serlêdanê tijî kirin.
Ji bilî cihên ku hilbijartin jî di forma serlêdanê de xalên "Ez ji bilî tercîhên xwe naxwazim li cihekî din wezîfeyê bikim" û "Ez ji bilî tercîhên xwe kîjan cih bê qebûl dikim" jî hebûn. Namzedê mamostetiyê ji van her du xalan teqez yek hilbijartin.
Kesên ku "Ez ji bilî tercîhên xwe kîjan cih bê qebûl dikim" hilbijartibûn dema ku bi cih nebûn ji aliyê pergala compîterê ve li wan cihên ku hewce dikir hatin bicihkirin.