Parlementerê Bûrdûrê yê AK Partiyê Hasan Hamî Yildirim ji partiya xwe îstifa kir.
Yildirim li Meclisê civîneke çapemeniyê li dar xist û li wir îstifaya xwe daxuyand û wiha got:
"Desthilata ku bi şîreta 'mirovan bide jiyîn ku bila dewlet jî bijî' bi rê ket, ji bo mafên mirovan, ji bo demokratîkbûnê û ji bo aboriyê pêşveçûyinê ve gavên gelek mezin avêt, lê îro ketiye rewşeke nebaş û ez vê rewşê bi xemgînî dişopînim. Şûna ku gendeliyan derxe holê, wezîfedarên ku van derdixin holê ji wezîfeyên wan ji dûr dixe û cihên wan diguherîne. Ev wijdana mirovan dîêşîne."
Yildirim got ku Serokwezîr Erdogan bi eşkere got ku 'Em ê bikevin şikeftên wan' û heqaret kir. Rojnameyên nêzîkî fikrên desthilatiyê ne, malperên înternetê yên tarî yên ku hatine çêkirin, navnîşanên medyaya civakî yên ku nêzîkî fikrên partiyê ne heqaretê û çêran li Fetullah Gulen û Hereketa Xizmetê dikin. Desthîlatî bi zanebûn an nezanî her diçe ji gel, aqlê selîm, pirdengî, demokrasî û civakê ji dûr dikeve û ber bi otorîterbûnê ve diçe. Berpirsyariya desthilatiyê ew e ku azadiya her ferdekî û her komekê bişopîne, li ser îdiayên gendeliyê ve bi eşkere û bi biryar here, hesabê bide û zelal tevbigere. Îro revebiriya AK Partiyê wisa tevdigere ku nirxên ew derxistiye holê înkar dike, ser gendeliyan digre, yên ku li ser gendeliyan ve diçe bê qîmet dike. Di nav rewşeke wiha de ez difikirim ku di bin vî banî de mayîn dê bê wê wateyê ku mirov dibe şirêkê xeletiyê. Ji ber van sedeman ez ji AK Partiyê îstifa dikim."