Abdullah Tel
30 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 31 Cotmeh 2020
Wezîra Malbat Xebat û Xizmetên Civakî Zehra Zumrut Selçukê ragihand pereyên bêkarî û xebata kurt ya meha Cotmehê wê di 5ê Mijdarê da razînin hesaban.
Di daxuyaniya Wezîr Selçukê da der barê pereyên bêkarî û xebata kurt ya meha cotmehê da agahî hat dayîn.
Selçukê ragihand ku ew ê pereyên bêkarî û xebata kurt di 5ê Mijdarê da razînin hesaban û ji bo parastina îstixdamê jî piştevaniya ku didin karker û karsazan jî wê bidomînin.
Wezîr Selçûkê bi bîr xist ku qewlê Pereyê Xebata Kurt bi telîmata Serokomar Recep Tayyîp Erogan va heta 31ê Berfanbarê hat dirêjkirin.