Serokê Lijneya Rêvebiriya Weqfa Pêşketinê ya Başûrê Rojhilat û Rojhilatê (DAKAV) Husamettîn Korkutata wiha got: "Pirsgirêka kurdan li ser Tirkiyeyê barekî giran e. Tirkiye êdî nikare bi vê barî dewam bike. Divê ev mesele bê çareserkirin. Divê her kesên ku li Tirkiyeyê dijîn mil bidin hev û vê meseleyê ji holê rakin"
Korkutata ji nûçegihanê AAyê re got ku ew wek DAKA piştgiriyê didin pêvajoya çareseriyê û wiha axivî: "Divê aştî bê xurtkirin ku ev jî bi zagona bingehîn ve dibe. Ji bilî vê Zagona Partiyên Siyasî, mijara perwerdeyê û welatiyê heye. Divê ev hemû bi zagonê ve bên parastin û ev jî girêdayî encama hilbijartina 2015an e. Heke AK Partî di hilbijartina 2015an de an bi tena serê xwe, an jî bi partiyeke din ve vê meseleyê hal bike wê aştiyeke mayînde pêk bê û welat wê gelek pêş ve here."
Korkutata got ku ev çend salin ku li herêmê dengê çekan nayê û ji ber vê jî li herêmê veberhênan gelek zêde bûn û wiha dewam kir: "Ji bo aştiyê divê dewlet û gel li hev bê. Ji bo vê hevhatinê jî bi sedan saziyên sîvîl ên civakî divê piştgiriyê bidin."
Korkutata got ku ew ê di 7ê adarê de li Enqereyê li ser pêvajoya çareseriyê panela bi navê "Pêvajoya Aştiyê û Jiyana Bi Hev re: Rû Bi Rû Mayîn, Li Hevkirin û Hevdu Helalkirin" li dar bixin.
Korkutata daxuyand ku li panelê wê li ser aştiyê, meseleya siyasî, civakî, çandî, aborî û hêviyan bên axaftn.
Korkutata got ku ev kes wê di panelê de biaxivin: "Avakerê Medreseya Şêx Sînan Şêx Muhammed Emîn Îlhan, Meleyê Mizgefta Mezin a Diyarbekirê Seyda Abdulvasî Yaz, Dîrektorê Mafên Mirovan û Hiqûqê yê SETAyê Yilmaz Ensarîoglu, Serokê Arap-Derê Şukru Kirboga, Serokê IMPRyê Doç. Dr. Veysel Ayhan û Hacîre Taybogana ku kurekî wê di pevçûnan de miriye, Serokê Şaredariya Sêrtê yê Berê Selîm Sadak, Serokê Odeya Bazirganiyê ya Diyarbekirê Ahmet Sayar û rojnamevan Nevzat Çîçek.