ARTVÎN
Komelaya Tûrîzm, Çand û Hunerê ya Lazan a Arhaviyê pirtûkên çavkanî belav3i 15 xwendekarên ku dersa lazkî ya hilbijartî digirin, kirin.
Serokê Komelayê Hasan Koseoglu û endamên lijneya birêvebiriyê li Dibistana Navîn a Cûmhûriyetê ya Arhaviyê pola dersê lazkî ya ku 15 xwendekaran wek dersa hilbijartî tercîh kirin, ziyaret kir.
Koseoglu û kesên bi wî re beşdarî dersa ku mamoste Alî Gumuş da bûn û pirtûkên çîrokan ên wekî Mişka Mezin (En Didi Mtugi) û Rovî û Mirîşk (Mamuli do Mkapu) belavî xwendekaran kirin.
Koseoglu destnîşan kir ku parastina zimanê xwe berdewam dikin û wiha axivî: "Ji ber ku li dibistana dersa lazkî heye em çiqas destê me tê hewl didin ku pirtûkên çavkanî belavî xwendekaran bikin. Me pirtûkên ku bi dest xistin belavî xwendekaran kirin. Kêfxweşiya xwendekaran em jî kêfxweş kirin."
Koseoglu got çiqas pirtûkeke çavkanî bibînin dê belawî xwendekaran bikin û wiha got: "Ez hêvîdar im ku em ziman û çanda xwe bigihêjînin nifşên nû."
Xwendekarên di polê de jî gotin ku ji lazkî gelekî hez dikin û dixwazin ku ew jî wek malbatên xwe vê zimanê biaxivin.
Xwendekar ji bo pirtûkên ku belav kirin spasiya Komelaya Tûrîzm, Çand û Hunerê ya Lazan a Arhaviyê kirin.