MÛŞ
Li Zanîngeha Alparslanê ya Mûşê (ZAM) di xwepêşandanên ku ji bo protestokirina salvegera bûyera li Ûlûdereyê hatin lidarxistin de, 2 xwendekar hatin binçavkirin û 2 xwendekar jî ji gaza îsotê aciz bû ew rakirin nexweşxaneyê.
Li kampusa zanîngehê komek xwendekar bi hinceta salvegera bûyera li Ûlûdereyê ya ku tê de 34 welatî hatibûn kuştin, ji bo protestoyê kom bûn.
Xwendekaran piştî daxuyaniya çapemeniyê şano lîstin û digel hişyariyên ku hatin kirin jî dîsa dev ji xwepêşandana xwe bernedan. Li ser vê yekê ekîbên jendirmeyan bi ava bi tazyîq û gaza îsotê mudaxaleyê xwendekaran kir.
Li ser vê yekê komek xwendekarên ku ji cihê bûyerê reviyan, ketin sê polên ku wir ezmûn tên kirin û kaxizên hin xwendekaran ji wan sitandin. Xwendekar bûn sedem ku ezmûn bên betalkirin û xwendekaran pişt re jî li kantîna kampusê xwepêşandana xwe berdewam kirin.
Di bûyerên ku derketin de 2 xwendekar hatin binçavkirin û 2 xwendekarên ku ji gaza îsotê aciz bûn jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê.
Arîkarê Rektorê Zanîngeha Alparslanê ya Mûşê Prof. Dr. Bayram Coşkûn daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku destûr dan ku xwendekar daxuyaniya çapemeniyê bidin û şanoyê bilîzîn lê digel ku xwepêşandan temam bûn jî xwendekar digel hişyariyên jendirmeyan belav nebûn û li ser vê yekê mudaxaleyê xwendekaran kirin.
Coşkûn got ku xwendekarên ku xwepêşandan dikirin ketin sê polan û bûn sedem ku ezmûn bên betalkirin û destnîşan kir ezmûnên ku hatin betalkirin dê wextekî ku birêvebiriya zanîngehê diyar kir de dê ji nû ve bên kirin û tu xwendekar dê neyê mexdûrkirin.
Di vê navberê de bûyerên ku derketin de komek HDPyî xwest ku bikeve zanîngehê. Nehiştin ku partiyî bikevin nav kampusê û partiyî bi xebatkarên ewlehiyê û ekîbên jendirmeyan re ketin nav nîqaşê.
Ji partiyiyan parêzer Mensûr Işik ji ber binçavkirina 2 xwendekarên zanîngehê bertek nîşan da û daxuyaniya çapemeniyê da, piştî daxuyaniya çapemeniyê kom belav bû.