MÛŞ
Li Kopa navçeya Mûşê wesaîtên welatiyan li ser rêya gundê Bostancilarê di berfê de asê bûn. Ekîban piştî 4 saetan xwe gihandin welatiyan û ew xilas kirin.
Li gor agahiya ku hat bidestxistin, duh apê Serokê Navçeya Bulanikê yê AK Partiyê Alî Bulut li Bostancilara gundê Kopê mir. Gund 20 kîlomêtre dûrî Kopê ye. Welatî piştî ku ji serxweşiyê vegeriyan, wesaîtên wan li pala gund di berfê de man.
Wesaît nêzî 4 saetan di rê de man. Piştî ku ekîba Şaredariya Kopê û ekîba rêbejê rê vekir, wesaîtên welatiyan ji berfê derketin. Li ser heman rêyê minîbuseke rêwiyan şiqitî û wergerya şarampolê.
Di vê qezayê de tiştek bi kesî nehat, lê ji ber ku minîbêsê li du kamyonetan jî da, di her du kamyonetan de xesar çêbû.