ANKARA
Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) li gor encamên sala 2014an a pergala qeyda nifûsê ya Serokatiya Lijneya Îstatîstikê ya Tirkiyeyê herêmên hilbijartinê û hejmara parlementerên herêman eşkere kir.
Li gor biryara ku di hejmara îro ya Rojnameya Fermî da hat weşandin, Serokatiya Lijneya Îstatîstikê ya Tirkiyeyê daneyên 31ê kanûna 2014an ên pergala qeyda nifûsê şand YSKyê û li gor daneyan hejmara parlementeran tê eşkerekirin.
Li gor tesbîtan ji Enqereyê 32 parlementer dertên û wê 2 herêm hebin, ji Stenbolê 88 parlementer dertên û wê 3 herêm hebin, ji Îzmirê 23 parlementer dertên û wê ji 2 herêman pêk were.
Li gor bajêran hejmara parlementeran wiha ye:
"Edene 14, Semsûr 5, Afyonkarahîsar 5, Agirî 4, Amasya 3, Enqere 32, Antalya 14, Artvîn 2, Aydin 7, Balikesir 8, Bilecîk 2, Bîngol 3, Bedlîs 3, Bolu 3, Burdur 3, Bursa 18, Çanakkale 4, Çankiri 2, Çorum 4, Denizlî 7, Diyarbekir 11, Edirne 3, Elezîz 4, Ezirgan 2, Erzirom 6, Eskîşehir 6, Entab 12, Gîresun 4, Gumuşhane 2, Hekarî 3, Hatay 10, Isparta 4, Mêrsîn 11, Stenbol 88, Îzmir 26, Qers 3, Kastamonu 3, Kayserî 9, Kirklarelî 3, Kirşehir 2, Kocaelî 11, Konya 14, Kutahya 4, Meletye 6, Manîsa 9, Meraş 8, Mêrdîn 6, Mugla 6, Mûş 3, Nevşehîr 3, Nîgde 3, Ordu 5, Rize 3, Sakarya 7, Samsun 9, Sêrt 3, Sinop 2, Sêwas 5, Tekirdag 6, Tokat 5, Trabzon 6, Dêrsim 2, Riha 12, Uşak 3, Wan 8, Yozgat 4, Zonguldak 5, Aksaray 3, Bayburt 2, Karaman 2, Kirikkale 3, Batman 4, Şirnex 4, Bartin 2, Erdexan 2, Îdir 2, Yalova 2, Karabuk 2, Kilîs 2, Osmaniye 4, Duzce 3."