DIYARBAKIR
Seroka Şaredariya Nûsaybînê Ayşe Gokkanê ji bo ku dîwarê di navbera sînorê Tirkiye-Sûriyê de tê plankirin, neyê çêkirin, dest bi çalakiya rûniştinê û greva birçîbûnê kiriye. Serokên Şaredariyên ku di destê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) de jî ji bo ku piştgiriyê bidin vê çalakiyê daxuyaniyek dan.
Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbakirê Osman Baydemîr li ber Navenda Çandê ya Kayapinarê li ser navê şaredarên BDPê daxuyanî da. Baydemîr diyar kir ku li ser daxwaza Navenda Giştî ya BDPê, bi Serokatiya Parlementerê BDPê yê Mûşê Demîr Çelîk ev civîn li dar xistine.
Baydemîr dest nîşan kir ku di vê dema ku em tê de ne de rêveberiyên herêmî gelek girîng in û wiha dewam kir: "Me der barê mijara Sûriye û Rojavayê ku dê li ser qedera gelê Rojhilata Navîn xwediyê bandoreke mezin be, derfeta nirxandinê bi dest xistiye. Em wek rêveberiyên herêmî û serokên şaredariyan dizanin ku divê aştî teqez di vê sedsalê de hebe. Şer û pevçûn herî zêde li derên ku welatiyan ji xwe re kirine war bi bandor e û jiyana gelê wê derê ji binî ve xera dike. Ji ber vê jî em wek serokên şaredariyan û rêveberiyên herêmî divê ji bo avakirina aştiyê bixebitin. Em dizanin ku li Sûriyeyê û Rojavayê ji bo bi cih bûna wekhevî û biratiyê em jî berpirsyar in. Lazim e ku di avakirina wê aştiyê de em jî cih bigrin. Heta ku şer û pevçûnên li Sûriyeyê neqedin û Rojava azad nebe em jî xwe li vê derê azad nahesibînin."
Baydemîr diyar kir ku dê gelê Rojhilata Navîn bibin avakarê aştiyê lê ji bo hatina aştiyê bi tenê daxwaz têr nake, divê ji bo wê xebat bên kirin û wiha pê de çû: "Tu dîktator heta bi hetayê ne jiyan e û di dîrokê de xwediyê ciheke qirêj in. Çawa rejîma Saddam dewam nekir dê ya Esed jî dewam neke. Hêviya me ew e ku êdî mirov nemirin û em dixwazin ku li Sûriyeyê pergala demokratîkbûnê bi cih bibe û Rojava jî azad bibe. Li Rojhilata Navîn kurd li ser erdnigariya xwe statûyê dixwazin û ev jî ji wan re wek şîrê diya wan helal e. Li gor min kesên ku ev daxwaza kurdan qebûl nakin, ji bingehên felsefeya demokrasiyê dûr in. Em wek hemû şaredarên BDPê tevgera Gokkanê silav dikin."
Parlementerê BDPê yê Mûşê Demîr Çelîk jî diyar kir ku hemû bi hev re piştgiriyê didin tevgera Gokkanê.