Mehmet Tosun
09 Tebax 2023•Rojanekirin: 10 Tebax 2023
Di danezana Lijneya Ewlekariya Neteweyî (MGK) da hat destnîşankirin, di salvegera sala 100emîn a Peymana Aştiyê ya Lozanê da jî pêdiviya berpirsyariyên ku dîrokê daye ser milê Komara Tirkiyeyê, bi hesasî hatiye bicihanîn.
Bi serokatiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Kuliyeya Serokomariyê civîna MGKyê hat kirin û piştî civînê danezan hat weşandin.
Li gor danezana ku li ser hesabê medyaya civakî ya Serokatiya Ragihandina Serokomariyê hat weşandin, di civînê da rêxistinên terorê yên PKK/KCK-PYD/YPG, FETO û DEAŞ di serî da her cure tehdîd û talûkeyên li dijî yekîtiya neteweyî, bihevrabûn û beqayê li nav welêt û derveyî welêt bi biryardarî, ezm û serkeftî operasyon tên kirin, der barê van operasyonan da Lijne hat agahdarkirin.
Dewletên ku pêşiya çalakiyên dijî Îslamê nagirin û ceza nadin sûcdaran, di civînê da hatin vexwendin ku vê helwesta xwe biguherînin.
Li ser bandora guherîna av û hewayê hat sekinîn ku guherîna av û hewayê dikare bibe sedema gelek pirsgirêkan, hat gotin ku mijar dikare bi xîreta adil û semîmî ya civaka navneteweyî were çareserkirin.
Li gor danezanê di civînê da hat gotin ku zêdebûna rageşiya li Behra Reş kêrî kesî nayê, bang li aliyan hat kirin ku şer bi dawî bikin û vegerin peymana dexl û den.