05 Adar 2017•Rojanekirin: 06 Adar 2017
MARDÎN
Wezîrê Karê Nêvxweyê Suleyman Soylu, "PKK, DAEŞ û FETO fitne ne. Hebûna me li vê holê li cihekî dervayî vê axê, hin cihan, hinekan nerehet dike. Xewa wan diherîmîne."
Wezîr Suleyman Soylu digel xanima xwe Hamdiye Soylu bi mebesta encamdana hinek serdanan gihîşt Mêrdînê û li Balafirgeha Mêrdînê ji aliyê Waliyê Mêrdînê Mustafa Yaman, Parlementerên AK Partiyê yên Mêrdînê Orhan Mîroglu û Ceyda Bolunmez Çankiri va hat pêşwazîkirin.
Soylu digel yawerên xwe li navçeya Kiziltepeyê beşdarî merasîmekê bû ku digel nûnerên saziyên sivîl û rûsipiyan hatibû lidarxistin.
Soylu bal kişand ser wê yekê ku demek e li welat hinek fêl tên kirin, dixwazin cdijayetiyê têxin nav van milletên ku weke bira dijîn û dixwazin tovê fitnê biçînin.
Wezîr Soylu wiha pê da çû:
"PKK, DAEŞ û FETO fitne ne. Hebûna me li vê holê li cihekî dervayî vê axê, hin cihan, hinekan nerehet dike. Xewa wan diherîmîne. Me li Yuksekovaya Hakkariyê balafirek çêkir lê belê herweke ku me li dijî welatekî şer dest pê kiribê, makîneyên kar şewitandin, endezyar revandin. Peyamên weke 'heger hûn li wan balafiran siwar bin emê wan bixînin' ji esnafan ra şandin."
Wezîrê Navxweyî Soylu behsa derbeya sala 1960î kir û wiha got, "Di navbera 1950-1960î da yek îtiraza birayên me yên kurd çênebûye. Herwiha îtiraza birayên me yên elewî jî çênebûye. Gihîştibûn nasnameyên xwe. Derbeya 1960î bi mebesta ji hev perçekirina vî gelî, bi mebesta tarûmarkirina têgehiştina wan kesên ku di xwestin vî gelî weke gelekî yekgirtî rakin, hat encamdan."