Li navçeya Nûsaybînê ji ber ku deriyên sînor girtîbûn, hemwelatiyan li ser eraziyên bimayîn cejna hevdu pîroz kir.
Sûriyeyiyên ku ji şerê navxweyî revîn û hatin Nûsaybînê û Nûsaybîniyên ku li Sûriyeyê xizmên wan hene, li ser sînorê di navbera Nûsaybîn û Sûriyeyê de, li ser eraziyên bimayîn cejna hevdu pîroz kirin.
Her çiqas di navbera hemwelatiyan de têlên bidirî hebin jî hemwelatî ji bo ku dengê xizmên xwe bibihîzin û cejna hevdu pîroz bikin bi dengekî bilind bangî hev kirin. Ji ber ku li herdu aliyên sînor qelebalix çêbû, hêzên ber sînor tewdîrên ewlehiyê zêde kir.
Hemwelatiyên ku li herdu welatan dijîn, ji sala 2000î vir ve bi nameyên îdarî dikaribûn bi qasî 48 saetan hevdu ziyaret bikin. Lê ji ber şerê navxweyî yê li Sûriyeyê du sal e ku ev rêzik ji holê hatiye rakirin.