Projeya Farqînê ya ku li Diyarbekirê çêkirina wî didome bi kutabûna xwe re dê ji bo 200 hezar kesî bibe deriyê kar.
Avakirina bendavan a ku dê axa zengîn a herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê avde û dê xêra xwe ji bo dahata xelkê herêmê hebe, berdewam e.
Di çarçoveya Projeya Farqînê de digel Bendava Farqînê ya ku piştî Bendava Ataturkê dê bibe duyemîn bendava mezin, 8 bendav, 2 tunel û şebekeya avdanê tên çêkirin. Ev projeya ku wê rû û rewşa Diyarbekirê biguherîne, li herêmê bûye sedema heyecanekê û li Diyarbekirê bendê ku kuta bibe, lewre bi vê projeyê ve dê 2,5 milyon donim erazî were avdanê.
- "Diyarbekirê pir bi pêş keve"
Wezîrê Pêşketinê Cevdet Yilmaz di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê de destnîşan kir ku piştî Bendava Ataturkê mezintirîn projeya avdanê ya GAPê Projeya Farqînê li Diyarbekirê tê çêkirin û bi saya vê wê 2,5 milyon donim erazî were avdanê.
Yilmaz bal kişand ku bi avdanê re dê veberhênanê 3-4 qat zêdetir bibe û ev jî dê bibe sebeba bihabûna eraziyan.
Wezîr Yilmaz got ku bi kutabûna projeyê ve 2,5 milyon donim axa zengîn dê were avdan û wiha pê de çû:
"Wateya vê ew e ku bi awayekî îndîrekt an jî rasterast wê 200 hezar kes were îstixdamkirin. Veberhênana çotkarên me dê zêde be û li Diyarbekirê pir bi pêş bikeve. Wê aboriya Diyarbekirê biguhêz û îstixdama Diyarbekirê dewlemend bike. Maliyeta wê 6,8 milyar dolar e. Ez vê wekî 'projeya mezin' a Diyarbekirê dibînim. Wate ji mezinbûnê ew e ku projeyeke veguhezîner e. Em gav bi gav çêdikin."