Li Stenbolê komekê êrîşa ku Îsraîl dibe ser Xezeyê protesto dike û ji komê hin kesan Serkonsolosxaneya Îsraîlê da ber keviran û camên binayê şikênandin. Polês li ser vê midaxaleyî komê kir.
Hin kesên ji komê li ber serkonsolosxaneya ku li Leventê ye, protestoyan dikin û ketin baxçeyê binayê.
Endamên komê bina dan ber kevir û camên binayê şikandin. Polêsan li ser vê yekê bi xaza îsot û avê midaxaleyî komê kir.
Endamên komê li ser vê midaxaleyê belav bûn û demek şûnde cardin civiyan û li ber dîwarê binayê sekinîn. Polêsan jî li ser vê yekê barîkat danîn.