ANKARA
Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Taner Yildiz daxuyand ji ber ku tankên li Tirkiyeyê tije bûne, nefta ku ji Bakurê Iraqê tê ji bo demekê hatiye sekinandin û wiha got: "Wisa bawer im ku di rojên pêş me de, di nav 2-3 rojan de dema ji vir sewqiyat bê kirin, ji Başurê Iraqê jî nefta xam dê pompe bikin."
Wezîr Yildiz piştî bernameya xwe ya bi endamên Lijneya Rêvebiriyê ya Saziya Xaziyên Îstiqlalê re pirsên rojnamevanan bersivand.
Yildiz daxuyand ku di navbera Bexda û Hewlêrê de ji ber parvekirina vejenê hin pirsgirêk dewam dikin, lê Tirkiye li gor peymanan rêzê nîşanî zagona Iraqê dide. Yildiz got ku para Bexdayê ji sedî 83, para herêma Kurdistanê jî ji sedî 17 ye.
Li ser pirsa der barê sewqîyata neftê ya herêma Kurdistanê de Yildiz wiha axivî: "Li vir mijara tekane firehkirina Deriyê Sînor ê Xabûrê ye. Divê li wir 200-250 tankên din jî bikaribin îdare bikin. Lewra li gor peymana berê qasî 360 tanker danûstendin dihat kirin. Lê wan daxwaz kir ku divê ev hejmar zêdetir bibe. Me jî ji wan re got ku em ê guh bidin vê daxwazê û berên neftê bişînin. Heta niha 6,2 milyon warîl sewqiyat hatiye kirin. Jê 4,1 milyon warîl bi 4 tankeran ve hat şandin. Îhale û firotin ya Iraqê ye, neft ya Iraqê ye. Niha ji ber ku depo tije bûn, tankên me tije bûn, sewqiyata neftê ya Bakurê Iraqê ji bo demekê hatiye sekinandin. Wisa bawer im ku di rojên pêş me de, di nav 2-3 rojan de dema ji vir sewqiyat bê kirin, ji Başurê Iraqê jî nefta xam dê pompe bikin. Ez jî bernameya xwe li gor Ceyhanê amade dikim. Înşallah ez ê hin mijaran jî li cihê wê lêkolîn bikim."
Wezîr Yildiz daxuyand ku der barê nefta Bakurê Iraqê û berên neftê de pirsgirêkeke wan tuneye, bi tenê ji bo kişandinê pirsgirêk heye û hewl tê dayîn ku ev pirsgirêk jî ji holê rabin.
Yildiz ji bo alîkariyên malbatên Somayê jî daxuyand ku jinên ku mara wan a fermî tuneye û mêrê wan di kana komirê de mirine jî dê alîkariyê bigrin. Yildiz got ku ev alîkarî li gor qanûnê tên belavkirin û Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatê û Wezareta Ewlehiya Civakî û Xebatê van alîkariyan dişopîne.
Yildiz li ser pirsa dê ji Qatarê ca din xaz bê stendin an na jî wiha axivî: "Me ji bo dawiya sala 2014an û serê 2015an peymana stendina 9 tankerên LNGyê îmze kir. Ev li gor hewcedariya Tirkiyeyê hindik e, lê ji ber sewqiyatên me yên Rojhilata Navîn me niha 9 tanker kirîn. Em ji bo zivistanê jî amadehiyan dikin."