Li Diyarbekirê Hêzên Çekdar ên Tirkan bi sedema ewlehiyê hin torbeyên pusulayê yên rayan û hin wezîfedarên hilbijartinê bi firokeyên leşkerî ve birin çend taxan.
Firokeyên leşkerî, ji navenda navçeyan wezîfedar û torbeyên pusulayê yên rayan hildan û birin Kayacika Liceyê, Topçulara Haniyê û Yokuşluya Dîcleyê.
Hat eşkerekirin ku piştî hilbijartin biqede wezîfedarên hilbijartinê wê dîsa li van firokeyan siwar bin û herin serokatiya lijneya hilbijartinê ya navçeyan.