HELEB
Zekeriya Karsliyê ji fermandarên tirkmen ê Eniya Şamê ya koma mixalif diyar kir ku PYD û DAEŞ dizîka bi hev ra di îtifaqê da ne û wiha got: "Em dizanin ku PYDyê çito bê gule teqandin Kobanê û herêma Firatê ji DAEŞê zeft kir. Piştî ku DAEŞ ji herêmê vekişiya teyareyên koalisyona di pêşîkêşiya DYAyê da di ser gundên tirkmen û ereban da bombe barandin. Bi vî awayî hewl dan ku wer xanê bike ku PYDyê şer kir û herêm ji destê DAEŞê zeft kir."
Karsli daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku ji vir demekê berê kontrola Til Ebyadê kete destê PYDyê. PYD û PKKyê zor dan 12 gundên ku tirkmen lê dijîn ku wan deran terk bikin. Karsli got ku kurdên ku ji bakurê Iraqê anîn jî di wan gundan da hatin bicîkirin.
Karsli eşkere kir ku li gor pîlanekê gundên tirkmenan vala kirin û wiha pê da çû: "Di çarçoveya pirojeya Rojavayê da dixwazin ku li bakurê Sûriyeyê Kurdistanê ava bikin. Em ê wek Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) destûrê nedin vê."
Karli destnîşan kir ku hêzên rojavayî dixwazin ku Sûriyeyê parçe parçeyî bikin û wiha pê da çû:
"Projeya ku ji bo parçekirinê amade kiribûn gav bi gav pêk tê. PYD û DAEŞ dizîka bi hev ra îtifaqê dikin. Em dizanin ku PYDyê çito bê gule teqandin Kobanê û herêma Firatê ji DAEŞê zeft kir. Piştî ku DAEŞ ji herêmê vekişiya teyareyên koalisyona di pêşîkêşiya DYAyê da di ser gundên tirkmen û ereban da bombe barandin. Bi vî awayî hewl dan ku wer xanê bike ku PYDyê şer kir û herêm ji destê DAEŞê zeft kir."
Karsli îdia kir ku DAEŞ di kontrola hêzên rojavayî da ji Til Ebyadê vekişiya.