Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Ebadî Wezareta Mafên Mirovan betal kir û li ser vê tevgera wî tirkmenan jî li Amîrliya bajaroka Tûzxûrmetûyê rêya Kerkûk-Bexdayê ji çûn û hatinê re girt û hê jî çalakiya xwe didomînin.
Tirkmen li dijî reformên Ebadî ne û ev 2 roj e ku rêya Kerkûk-Bexdayê ji çûn û hatinê re girtine û nahêlin wesayît derbas bibin.
Alîkarê Waliyê Wîlayeta Selahadînê Mihemed Oce daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Di çarçoveya reformên Ebadî de betalkirina meqam û wezareta ku di destê tirkmenan de tiştekî ne rast e. Welatiyan jî ji bo bertekê rêya Kerkûk-Bexdayê ji çûn û hatinê re girt."
Oce diyar kir ku tirkmen di çalakiya xwe de mafdar in û wiha pê de çû: "Meqamên îdarî û wezareta ku hat betalkirin divê paşve bidin tirkmenan. Li Iraqê ji sala 2003an vir ve zêde eleqeyê nîşanî tirkmenan nadin. Kes guh nade daxwazên wan. Ez bi çalakvanan re ji bo rê bê vekirin hatim bal hev. Min bi rayedarên hikûmetê re jî hevdîtin kir. Lê çalakvan dibêjin heta ku daxwazên wan neyên qebûlkirin wê rê venekin."
Endamê Komîsyona Ewlehiya Navçeya Tazexûrmatuyê Ehmed Nifûs jî destnîşan kir ku armanca sereke ya çalakiya tirkmenan protestokirina tevgerên Haşdî Şabî ye.
Nifûs ragihand ku DAEŞ piştî ku li herêmên nêzî Tazexûrmatûyê bi ser ket gelek hêz û rêxistinên çekdar rêya Kerkûk-Bexdayê diparêzin û wiha pê de çû: "Ji bilî pêşmerge û hêzên asayîşa Kerkûkê, çekdarên Haşdî Şabî, Hêzên Bedrê, Xorasan, Silav ji Serayê re û Hizbûllah vê rêyê kontrol dikin. Milîtanên Haşdî Şabiyê xeberê nadin tu kesî û li gor hişê xwe li ser malan de digirin û lêgerînê dikin, milet binçav dikin. Me berê xeberdabû hek ku operasyoneke wiha bê kirin bila xeberê bidin me û em hay jê hebin. Mixabin ev hemû hevdîtin beredayî çûne."
Şofêrên tir û kamyonên ku ji ber çalakiyê nikarin herin dixwazin ku hikûmet di demeke kurt de vê meseleyê çareser bike.