HATAY
16 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 19 Cotmeh 2015
Serheng Ebû Fadilê ku ji fermandarê herêma Tirkmênan a Bayirbucakê ye diyar kir ku çekên ji PYDê re biçin divê weke ji DAEŞê re çûbin bên hesibandin û wiha pê de çû: "Çekên ku bidin PYDê weke ku dabin PKK, DAEŞ û rejima Esed, lewra ew çi çaxê bixwazin alîkariya hev dikin."
Serheng Ebû Fadilê ku bi navê Ehmed Ernawidê jî tê naskirin daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku li Kobanê ew çekên ji PYDê re hatibûn şandin li hemberî DAEŞê nehatin bikaranîn û wiha pê de çû: "PYDê bi wan çekan ve êrîş bir ser kurdên muxalif. PYDê bi çêkên jê re hatine şandin ve li Eniya Kurdên Îslamî û Koma Selahadînê ya ku kurdên li herêmê ava kirin, xist. Ev herdu kom jî ji ber ku li dijî PKKê û PYDê ne li herêmê nayên xwestin. Ji 107 cihan ereb, tirkmen û kurd derxistin û alîgirên PYDê û kurdên ji Îran û Iraqê di şûna wan de bi cih kirin.
Ehmedê Ernawid got ku hin planên welatên derve li ser Sûriyeyê hene û ev 5 sal in ku dixwazin wan planan li ser wê derê bisepînin.
- "PYD, PKK, DAEŞ û Esed bi biratî dijîn"
Fadil îdia kir ku li Sûriyeyê ji bo avakirina dewleteke kurd û elewî hemû hêza xwe midaxeleyî herêmê dikin û wiha dewam kir: "Elewî û kurd ne tedê ji bo miletên din ên ku li Sûriyeyê ne xema tu kesî nîne. Çawa ew çekên ji PYDê re hatin şandin li hemberî DAEŞê nehatibin bikaranîn îro jî ew çekên ku ji PYDê re tên şandin weke ku ji PKK, DAEŞ û rejima Esed re hatibe şandin. Lewra ew çi demê bixwazin alîkariya hev dikin û dibe ku ji yên din re jî biçin. Ew her çiqas ji derve ve dijminê hev xuya bikin jî di nav xwe de heman kom in, heta birayê hev du ne. Delîlê vê yekê pir in. Îro Rûsya û Esed li du gundên Hamayê xistin, muxalif çûn û DAEŞ hat tê de bi cih bû. PYD gulekê jî nateqîne û ji Esed cih hildide. Bi DAEŞê re lihevkirin tên kirin. Yanê li herêmê dijminê hevkar ji bo hemûyan mixalif in. PYD, PKK, DAEŞ û Esed bi biratî dijîn."
- Têkoşîna bi DAEŞê re
Fadil qala têkoşîna ku li Sûriyeyê li dijî DAEŞê tê birêvebirin jî kir û got ku ew hemû xapandin in û wiha pê de çû: "Du dewletên DYA û Rûsya jî di nav de 12 welatên koalîsyonê qaşo bi DAEŞê re têdikoşin, evqas hêz û qeweta wan heye nikarin DAEŞê têk bibin. Tu kes ji vê derewê bawer nake."