21 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 22 Rêbendan 2016
HELEB/ANKARA
PYDya şaxa Sûriyeyê ya rêxistina terorê PKKyê hewl dide ku li ser xeta Ezez û Cerablusê ya ku li ser sînorê Tirkiyeyê ye û wê wek herêma biewlehî bê îlankirin, pêşve here.
PYD dixwaze ku li bakurê Sûriyeyê Efrîn û Kobanê bigihîne hev.
Piştî êrîşên Rûsya û koalîsyona ku serkêşiya wê DYA dike, DAEŞ ji bajaroka Sirrînê vekişiya, PYDyê rewş li gor berjewendiyên xwe bi kar anî û gihîşte çemê Firatê.
Di 27ê çileya peşîn de piştî êrîşên koalîsyonê, PYDyê bendava Tişrînê ji destê DAEŞê hilda. Piştî ku bendav hat bidestxistin, Hêzên Demokratîk a Sûriyeyê ya ku tê de komên ereb û kurd hene û serkêşiya wan PYD dike, gihîştîn heta herêma Ebû Kalkalê.
Ebû Kalkal 9 kîlomêtro bakurê rojava ya bendava Tişrînê ye. Niha armanca PYDyê ew e ku Cerablusê ji destê DAEŞê hilde.
Hat ragihandin ku DAEŞê niha dev ji xweparastinê berdaye û êrîşan dike. Ji ber vê PYD niha sekiniye. Wesayîtên bizirx yên ku ji Kobanê aniye jî li bendavê ji bo tevdîrê daye sekinandin.
Çavkaniyên herêmî dibêjin ku komên ku ji bo PYDyê dixebitin li herêmê cebilxaneyan û baregehan ava dikin û wê hefta pêş me êrîşeke mezin bikin.
Ji ber ku balafirên şer ên Rûsyayê êrîşan dikin û rê li ber vedibe, PYD ji meha mijdarê vir ve ji Efrînê êrîşî muxalifan yên li Ezezê ne, dike.
Balafirên şer ên Rûsyayê ji hewayê, Hêzên Demokratîk a Sûriyeyê jî ji bejayê êrîşî bajarokên Deyr Cemal, Meryemeyn, Malikiye û Ziyarayê yên ku destê muxalifan de ne kiribûn. Êrîş car caran dewam dike.
Hêzên Demokratîk a Sûriyeyê ji komên kurd û ereban pêk tê û nêzîkî PYDyê ye. DYA jî piştgiriyê dide wan.
Armanca PYDyê ew e ku derbasî rojavayê Firatê bibe
PYDyê di çileya paşîn a 2015an de Kobanê, di meha gulanê de jî Tel Ebyad ji destê DAEŞê hildabû. Bidestxistina van herêman PYDyê Heseke û Kobanê gihandibû hev. Niha armanca PYDyê ew e ku derbasî rojavayê Firatê bibe, li ser xeta Cerablus û Ezezê pêş ve here ku Kobanê û Efrînê bigîhîne hev. Ji ber vê nêzîkî DYA û Rûsyayê bû. Rûsya jî ji mijdarê vir ve êrîşan dike.
Heke PYD bigihîje armanca xwe wê xeta Heleb û Tirkiyeyê bibire û wê heta hemberî navçeya Reyhanliyê bê.
- Hewl didin ku PYD xurt bibe
Li gor biryara Konseya Ewlehiyê ya NYyê divê hevdîtina muzakereyan a di navbera rejim û muxalifan çêbibe. Lê di van muzakereyan de gav nayên avêtin. Lewra kîjan komê li ser navê muxalifan wê bên dawetkirin yekîtiyek tune.
Rûsya û rejima Esed PYD û komên wek wê yên ku di nav muxalifan de cih nagrin wek komên muxalif bi nav dikin. Komên muxalif jî vê qebûl nakin û dibêjin ku Rûsya û Esed wana wek "hespa truwayê" bi kar tîne.
Serokwezîr Ahmet Davutoglu jî duh di hevpeyvîna xwe ya rojnameya Guardîanê de gotibû ku PYD wê beşdarî hevdîtinên aştiyê nebe, lewra ew rêxistineke muxalif a rastîn nîne û bi rejima Esed re tevdigere.