29 Mijdar 2015•Rojanekirin: 29 Mijdar 2015
ANKARA
Serokwezîr Ahmet Davutoglu, ji bo çûna Brukselê gihişt Balafirgeha Esenbogayê û li wê derê ji çapemeniyê ra axivî.
Serokwezîr Davutoglu der barê balafira ku sînor îxlal kiribû de got, "Hêzên me yên çekdar gor telîmata ku bi tevgereke meşru û hiqûqî tevgeriyan. Lê ev telîmat ne li hember welatekî ye. Di nav vê xeta agir de herhal kes naxwaze ku sînorê me yê hewayê wek êlegekî, wek parzunekî be."
Davutoglu destnîşan kir ku pîlotê ûris ê ku di îxlalkirina sehaya hewa me da mir, duh di saet 01.45an ji ser sînorê me ra teslîmî me kirin û got, "Li Hatayê bi şev bi destê keşîşên Ortodoks li gor kevneşopiya dînê wan merasima dînî jî hat kirin. Li ser daxwaza Rûsyayê cinaze wê teslîmî Rûsyayê bibe."
Serokwezîr Davutoglu herwiha ji bo wê firokeya ku di çarçoveya rêzikên angajmanê da hatibû xistin da got, "Hewlên ku tên xwestin berpirsyariya wê bixine sitûyê Tirkiyeyê him ji aliyê hiqûqa navneteweyî ve nerewa ye û him jî ji aliyê dostaniya nêzîk û cîrantiya di navbera Tirkiye û Rûsyayê tiştekî ne guncav e. Eger ileh li berpirsekî bê gerîn, pêdive ew aliyê ku digel hişyardayinê bi çendî caran sînorê esmanî yê Tirkiyeyê îxlal kiriye xwe bikişîne mihasebê. Ew daxuyaniyên ku vê dawiyê ji Rûsyayê tên, ji aliyê têkiliyên cîrantiyê ve nayên qebûlkirin."
Serokwezîr Davutoglu behsa bûyerê êrîşa terorê ya Diyarbekirê kir ku wiha nirxand, "Heke li herêma dîrokî ya li Sûra Diyarbekirê xendeq nehatina kolan, fealiyetên terorê nehatina kirin, vê gavê ev mirovên me nedimirin, digel vê li Diyarbekirê her kes wê di nav hizûrê da bijiya. Hemû berpirsiyarên van bûyeran rêxistina terorê ya cudaxwaz e ku bûyerên terorê cardin da destpêkirin. Têkoşîna me ya dijî wê dê bi biryardarî dewam bike."
Serokwezîr di der barê kuştina Tahir Elçiyê Serokê Baroyê yê Diyarbekirê da got, "Duh êvarê li ser demançeya li ber cinazeyê Birêz Tahir Elçî hatibû dîtin xebat û lêkolîna balîstik hat kirin. Hat eşkerekirin ku ev demançe ew demançeya destê terorîstê ku du polêsên me şehîd kiribû de heman demançe ye."
Davutoglu anî ziman ku hê bûyer nû çêbû hin siyasiyan dewlet sûcdar kirin û got, "Duh li Meclisê gotin ku ev 'qetlîema' hikûmet û dewletê ye. Ez ji bo wan siyasiyan jî dibêjim. Ji bo her bûyerê hûn dibêjin dewlet 'kujer' e, li Gara Ankarayê DAEŞê teror kir, we avêt stûyê dewletê. Birêz Tahir Elçî mir, hê li holê tu delîl tunene, heke hûn rabin biavêjin stûyê dewlet û hikûmetê û her du polêsên me yên ku beriya bûyerê hatin cangorîkirin, hûn tune bihesibînin, hûn ji bo wan tu tiştî nebêjin û weke ku li dijî Birêz Tahir Elçî provokasyoneke dewletê hebe hûn tevbigerin, ev yek hem aştiyê nayne welêt hem ji aliyê siyasî va bedela vê helwestê heye."
Piştî daxuyanin Davutoglu ji aliyê Waliyê Enqereyê Mehmet Kiliçlar û hejmarek rayedarên din ve hat birêvekirin.
Serokwezîr Davutoglu digel hevjîna xwe Sare Davutoglu, Wezîrê Karê Derva Mewlûd Çavuşoglu, Wezîrê Karûbarê YEyê Volkan Bozkir çûn Brukselê.
Biryare Davutoglu li Brukselê digel Serokê Konseya YEyê Donald Tusk û Serokê Komisyona YEyê Jean-Claude Juncker bicive û ê piştre beşdarî lutkeya YE-Tirkiyeyê bibe.