Li gor agahiyên ji çavkaniyên ewlehiyê hatin bidestxistin her du pîlotên tirk Murat Akpinar û Murat Agca li Beyrûdê teslîmî hêzên ewlehiyê yên Lubnanê kirin. Piştî berdana her du pîlotan wêneyên wan yên pêşîn ji teref AAyê ve hatin weşandin.
Hat ragihandin ku her du pîlotên tirk bi helîkopterê gihiştin balafirgeha Refîq Herîrî ya li Beyrûdê.
Wezîrên Karên Derve Ahmet Davutoglu diyar kir ku bistekê şunde her du pîlotên tirk dê ber bi Tirkiyeyê ve birêkevin.
Her du pîlot li balafireke taybet hatin siwarkirin û ber bi Tirkiyeyê ve bi rê ketin.