09 Mijdar 2016•Rojanekirin: 09 Mijdar 2016
KONYA
Di lêpirsîna Rêxistina Terorê ya Fetullahî/Rêxistina Dewleta Paralel (FETO/PDY) da ku Serdozgeriya Komarê ya Konyayê dimeşîne li 8 bajaran ku navend Konya ye operasyon dest pê kir û der barê 55 pîlotan da biryara binçavkirinê hat dayîn.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê Serdozgeriya Komarê ya Konyayê der barê kesên ku tê îdiakirin bi FETO/PDYê ra têkildar in operasyon da destpêkirin.
Hat diyarkirin ekîbên Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Organîze û Qaçaxcîtiyê li 8 bajaran ku navend Konya ye operasyon dan destpêkirin û ji bo qefaltina 55 pîlotên ku ji bo wan biryara binçavkirinê heye dixebitin.
Hat destnîşankirin ku operasyon dewam dike.