Ahmet Aydın
12 Nîsan 2020•Rojanekirin: 13 Nîsan 2020
Wezareta Navxweyî daxuyand, "Qedexeya derketina derve ya ku di çarçoveya rênimayên Kovîd-19ê bi qederê 48 saetan li 30 wîlayetên mezin digel Zonguldakê hatibû ragihandin, qediya."
Di daxuyaniya wezaretê de hat destnîşankirin ku li wîlayetên ku li wan qedexeya derketinê hatibû ragihandin, hema bêje tamamê 63 milyon û 640 hezar welatiyên me li malê man û bi rênimayê pabend bûn.
Di daxuyaniyê de spasiya welatiyên pabendê bi vê qedexeyê hat kirin û hat gotin ku di çarçoveya madeyên Qanûna Parastina Tendirustiya Giştî û yên TCKê de dê karûbarê îdarî derbarê 24 hezar û 88 kesên ku qedexeya derketina derve binqê kirin, hat kirin. Piştî xilasbûna qedexeyê derbarê kargehên ku lazime girtîbin û yên ku kirîn û firotinê ji wan bikin dê karûbarê edlî-îdarî bê kirin."