Ahmet Aydın
12 Nîsan 2020•Rojanekirin: 13 Nîsan 2020
Wezîrê Navxweyî Suleyman Soylu ragihand ku ji wezîfeya xwe ya Wezareta Navxweyî îstîfa dike.
Soylu di daxuyaniya xwe ya nivîskî de wiha got:
"Ji wezîfeya xwe ya Wezareta Navxweyî ya ku min bi şanazî birêve dibir, îstîfa dikim. Di pêvajoya ku li dijî rêgirîkirina li şewbê bi hesasî dihat ajotin de, berpirsyariya cîbicîkirina qedexeya derketina derve aidî şexsê min e. Sereta ew dîmenên ku derketin holê herçiqas di saetên kurt de bûn jî, bi wê pêvajoya ku bê qusûr dihat ajotin re negunca. Ewqas berpirsiyarî û ezmûnên ku min sitendibûn, pêdivê nebûba sedema wan dîmenan. Ew gavek bû ku bi niyeteka baş bi mebesta ku hinekî jî be rawesandina belavbûna şewbê hatibû avêtin bû. Bila gelê me yê ezîz û Cenabê Serokomarê yê ku ezê dê heta dawiya jiyana xwe jê re sadiq bim, min bibexşînin. Ez ji wezîfeya xwe ya Wezîrtiya Navxweyî ku bi şanazî birêve dibim, îstîfa dikim. Bi xatirê hemî dostan, hemî hevkaran. Hûn siparî Xwedê bin. Xwedê gelê me bisitirîne."