26 Mijdar 2015•Rojanekirin: 26 Mijdar 2015
HATAY
Di pevçûnên li Bayirbucaka herêma tirkmenan da girê Qizildaxê dîsa ket destê rejima Esed.
Li gor agahiyên ku hatin sitandin, rejima Esed bi piştgiriya ûrisan va êrîşên xwe yên li ser herêma tirkmenan bênavber didomîne.
Girê Qizildaxa ku ciyekî stratejîk e û di pevçûnên du roj berê da ketibû destê tirkmenan ji do şebeqê vir da di bin bombebaranê da ye.
Rejimê êrîşên giran bire ser gir û ji bejayê jî bi wesayîtên bizirx va hewl da ku pêşda here. Pevçûnan hetanî nîvê şevê dewam kir û di encamê da Qizildax kete destê rejimê.
Wek mayîn peçûn û êrîşên li herêmê li dorberê girê Qizildaxê û gundê Gimamê dewam dikin.