26 Mijdar 2015•Rojanekirin: 26 Mijdar 2015
BEXDA
Hat ragihandin ku Bexdaya paytextê Iraqê di serî da li bajarê Diyala û Enbarê êrîşên bibombe û biçek hatin kirin. Di êrîşan da 12 kes mirin, 42 birîndar bûn.
Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê ji polêsê Bexdayê hilda, li herêma el-Yûsufiyeya başûrê paytext wesaîta Haşdî Aşaîr ji bo dewriyeyê digeriya û wê demê bombe hat teqandin. Di teqînê da 2 kes mirin, 3 kes birîndar bûn.
Li Besmaye, Raşîdiye, Es-Salih, el-Werdiye û Pira Diyalayê jî êrîşên bibombe hatin kirin û 7 kes mirin, 22 kes birîndar bûn. Li herêma el-Medaîna Bexdayê jî wesaîteke bombebarkirî teqiya û 5 kes birîndar bûn. Li herêma Cemîleya Bexdayê jî gule berdan wesaîtekê û 2 kes tê da mirin.
Li Enbarê jî di êrîşên hêzên koalîsyonê da mescida Zubeyr û malên der û dorê zirar dîtin û 11 kes birîndar bûn.
Li Diyalayê jî di êrîşa bibombe da wezîfedarekî ewlehiyê hat kuştin, kesek birîndar bû.