Nihat Kavşut
06 Îlon 2019•Rojanekirin: 06 Îlon 2019
Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul der barê reforma darazê da got: "Ev belgeya reformê ne ya AK Partî û Wezareta Edaletê ye. Ev belgeya reformê ya gelê Tirk û ya 82 milyonî ye."
Wezîrê Edaletê Gul der barê dayîkên ku li Diyarbekirê li ber avahiya HDPyê çalakiya rûniştinê dikin da wiha got: "Hûn nikarin dengê dayikên li Diyarbekirê bibirin. Ev qêrîn wê tu wextê neyê birîn. Ji bona dewsa çiyê herin dibistanê em ê her tiştî bikin."
Ji axaftina Gul hin sernavên derketin pêş ev in:
"Ev belgeya reformê ne ya AK Partî û Wezareta Edaletê ye. Ev belgeya reformê ya gelê Tirk û ya 82 milyonî ye.
(Reforma darazê) Wê parlamento guh bide rexneyan û him jî di mijarên sepandinê da em ê jî belgeya xwe ya reformê teqîb bikin.
Me ji bona mafên mirovan planeke xebatê ya nû daye destpêkirin. Di mijara mafên mirovan da di pêşengiya Wezareta Edaletê da jî em ê xebatekê bikin.
Jimara teblîxatên elektronîk ji 10 milyonî derbas bûye. Ev jî teserûfeke bi 125 milyon lireyî ye.
Em ê bi aştiyê pirsgirêkên di navbera kamu û kamuyê da û pirsgirêkên di navbera kamu û welatiyan da çareser bikin.
Em dixwazin di vê heyamê da navbeynkariya malbatê ya dadgehan jî bikeve rewacê.
Di pakêta ewil ya reforma darazê da guherînên ku azadiya fikr û îfadeyê diparêzin û girtina kêfî ji holê radikin hene.
Heger rê li ber mirina jin û zarokan û tundiyê bigire hewce bike ne tenê qanûnê em dikarin Destûra Bingehîn jî biguherînin.
Mijara biderengîxistina înfazê efû nîne. Em li ser demên înfazê xebitîn û alternatîf hene. Meclisê ji alternatîfan ya herî rast hilbijêre."