Nihat Kavşut
18 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 19 Cotmeh 2018
ANKARA
Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul ji bona lêpirsîna der barê bûyera Kaşikçi da wiha got: "Tirkiye vê pêvajoyê bi baldarî û serkeftî dimeşîne."
Gul li Maseya Edîtoran ya Ajansa Anadoluyê (AA) der barê rojevê da axivî.
Wezîrê Edaletê Gul destnîşan kir 29ê Kanûnê da ji bona hezar û 600 dadger û dozger bên hildan wê ezmûnê çêkin.
Gul ji bona lêpirsîna der barê bûyera wendabûna Kaşikçi da diyar kir Tirkiye vê pêvajoyê bi baldarî û serkeftî dimeşîne.
Abdulhamît Gul bal kişand ser lêpirsîna ku ji bona Cemal Kaşikçi tê meşandin û wiha got: "Bi baldarî û hûrgilî lêpirsîn didome. Em hêvî dikin di demeke kurt da encam derkeve. Lêpirsînê Wezareta Edaletê birêva nabe, dozgerî birêva dibe. Di şûna van hemû xeberdanan da tiştê qewimiye wê meqama dozgeriyê teqdîr bike. Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê pêwîstiya hiqûqî çi be, pêwîstiya hiqûqa navneteweyî çi be wê bike."
Wezîrê Edaletê Gul der heqê biryara Brunson da diyar kir daraza Tirkan bi zext û telîmatan biryara xwe nedaye û wiha got: "Biryara qedexeya derketina dervayî welêt û şertê kontrola edlî hat rakirin. Vî kesî beraet nekir, dadgehê biryara mehkûmkirinê da."
Gul der barê biryara mueyîdeyên Amerîkayê yên bo wezîrên Tirk da wiha got: "Ji bona me ciyên li dervayî derên ku alaya me lê li ba dibe hûrgilî ne. Ji bona me mijareke girîng nîne."
Wezîrê Edaletê Gul li ser pirsa der barê pêşniyaza efûyê da wiha axivî: "Hesasiyeta me ya sereke û hesasiyetên civakê li hev dikin. Di vê mijarê da biryar di destê siyasetê da ye."
Gul der heqê hîseyên Bankeya Îşê yên CHPyê da destnîşan kir xebateke bi vê mebestê îhtimal e ku wê di rojeva Meclisê da cih bigire û wiha peyivî: "Saziya Ziman ya Tirk û Saziya Dîrokê ya Tirk ji ber ku wesiyeta Ataturk bi cî neaniye doz li CHPyê vekiribûn. Wesiyeta Ataturk ew e ku ev hîse derbasî herdu saziyan bibe, li ser lingên xwe bimînin û mezin bibin."
Wezîrê Edaletê Gul destnîşan kir ji FETOya rêxistina terorê 32 hezar û ji PKKyê 10 hezar kes di girtîgehê da ne û got ji ber DEAŞê jî hezar û 161 kes di girtîgehê da ne.
Gul li ser pirsa der barê hilbijartina herêmî da jî wiha axivî: "Tayyîp Erdogan ji bona Rojhilat û Başûrê Rojhilat gelekî girîng e. AK Partî gelekî girîng e. Li herêmê û li Tirkiyeyê jî AK Partî partiya Tirkiyeyê ye û ez bawer dikim em ê encameke baş bi dest bixin."