Li Diyarbekirê 3yê kanûna paşîn a 2008an de li ber derê dersxaneyekî wesayîta bombebarkirî hatibû teqandin. Di encama êrîşê de 6 ji wan xwendekar 7 kes miribûn û îro li Diyarbekirê ji bo bîranîna 7 kesên ku di êrîşê de mirin, bername hat lidarxistin.
Çalakiya "Roja Bibîranîna Şehîdên Perwerdeyê" ji aliyê walîtiyê ve hat lidarxistin û Parlementera AK Partiyê ya Diyarbekirê Oya Eronata ku di bûyerê de kurê wê jî miribû, Parlementera AK Partiyê ya Diyarbekirê Mîne Lok Beyaz, Midûrê Perwerdeyê yê Bajêr Adnan Hurata û xwendekaran qerenfîl danîn cihê bûyerê yê li Kolana Selahattîn Yaziciolgluyê.
Eronatê vir axaftienek kir û qal kir di bûyera ku 7 sal beriya niha 6 xwendekar û bavek mirin.
Eronatê got ku "Sûcê zarokan ew tenê bû ku dihatin dersxaneyê, bavê ku mir jî li benda keça xwe ya ku dê ji dersxaneyê derketa bû. Armanca me ya lidarxistina van merasiman ne ew e ku em bigirîn an jî ajitasyonê bikin." û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Em ji bo ku ev bûyer car din neqewmin van bûyeran bi bîr tînin. Em divê ji êşên xwe dersê derxînin. Xwîn ne bi xwînê bi avê tê şûştin. Em naxwazin ku hem li bajarê me hem jî li welatê me bûyerên bi vî awayî biqewimin."
-"Her kes divê berpirsyariyê bigire ser milên xwe"
Eronatê diyar kir ku bi qasî 34 salan bûyerên terorê bûn sedemê xwîn û girînê û destnîşan kir ku digel vê yekê tu kesî nekarî ku welêt parçe bike.
Eronatê got ji ber ku kesên hesas hatin bernameya bibîranînê em kêfxweş in û wiha axivî:
"Ji ber ku ev bûyer car din neqewimin divê her kes berpirsyariyê bigire ser milên xwe. Em wek parlementer dibêjin ku piştgiriyê didin pêvajoya çareseriyê. Înşallah dê car din bajarê me bi bombekirinên bi vî awayî neyê bibîranîn û bajarê me dê bi tiştên xweş bê bibîranîn."
-"Em naxwazin ku car din zarokên me bimirin"
Parlementer Beyazê jî diyar kir ku ji ber bûyerên terorê êşên mezin hatin kişandin û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Em bi pêvajoya çareseriyê re naxwazin ku êdî agir bikeve mala tu kesî. Êdî pirsgirêka dewletê bi kurdan re bi kesên din re tune. Em naxwazin ku car din zarokên me bimirin."
Beşdarvan pişt re ji bo beşdarî bernameya ku dê li Hêwana Konferansê ya Midûriya Çandê ya Cahît Sitki Taranci bê lidarxistin bibin, derbasî navendê bûn.