Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) Zekeriya Yapiciolgu parast bêyî ku li ber HDPyê serî bitewînin û tabiyê wan bin li Başûrê Rojhilat siyasetê dikin û ji ber vê yekê bûne hedef û got ku "Sermayeya wan xwîn, kuştin û cenaze ye. Îro wisa difikirin heke ku argumanê wan ji destê wam bê sitandin dê bibin wek masiyên ku ji nav avê derketine. Bila netirsin bê van jî siyaset tê kirin."
Yapicioglu daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku wek partiyeke 15 mehî beşdarî hilbijartinên ku par hatin kirin bûn û bal kişand ku digel vê yekê di tevahiya Diyarbekirê de dora ji sedî 5 deng girtin û ev jî beranberî 40 hezar kesî dike.
Yapicioglu got ku di çarçoveya amadehiya hilbijartinên parlementeriyê yên ku dê di hezîranê de bên kirin, xebatên rêxistinbûnê berdewam dikin û da zanîn ku li 48 bajaran teşkîlata xwe saz kirin.
Yapicioglu got hêj zû ye ku em daxuyaniyan bidin ka em dê wek partî an bi awayekî serbixwe beşdarî hilbijartinan bin û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Di hilbijartina 30yê adara 2014an de dengên herî zêde yên ji bo partiya me bi ji sedî 40î li Korkûta navçeya Mûşê derketin. Me li hin şaredariyên Batmanê ji sedî 28ê bigrin heta ji sedî 5an deng hatin girtin. Heke hûn li rastiyê binêrin em li benda zêdetir dengan bûn lê şert û mercên herêmê diyar in. Hema bêje li hemû herêmên ku em wir ketin hilbijartinê gelek giraniya HDPyê heye. Li Korkûta ku me wir ji sedî 40 deng girtin, piraniya kesên ku di meclisa giştî ya bajêr de deng dan HDPyê li navçeyê piştgirî dan AK Partiyê. Ango li ser dijatetiya HUDA-PARê xwe bi cî kirin. Heke ev nebûya dê Şaredarê Korkûtê ji namzedê HUDA-PARê derketa."
-"Helwesta me wêrekî da kesên ku ji rewşê kêfxweş nînin"
Yapicioglu îdia kir ku di hilbijartinên herêmî de piştî ziyareta wan PKKyî hatin gundê ku wan ziyaret kiribûn û mirov tehdît kirin û wiha axivî: "Tehde hebin jî tunebin jî dê di encamê de HUDA-PAR roj bi roj mezin bibe. Digel tehdeyan dê dengên me dîsa zêde bibin. Divê HDP jî bibîne ku dê piştî derekî bereksê van tehdeyan derkeve holê. Yek ji sedemên ku me kirin hedefa xwe ew e ku li ber HDPyê serî netewandin, bêyî ku tabiyê wan bibin siyaset kirin. Ev helwesta me wêrekî da kesên ku ji rewşê kêfxweş nînin."
-"Kesên ku digotinê tu xaîn î, qehreman îlan dikin"
Yapicioglu got ku rast nîne ku mirov li bendê bimîne ku ew kesên ku ev bi qasî 30 salan e ku bi awayekî fiîlî bi çekan siyasetê dike û di qada siyasetê de têgeha "yekîneyên bangeşeya çekdar" bi kar tîne û ji kevneşopiyeke wisa hatine bê çek, bê şîdet û temamî bi qaîdeyên demokratîk siyasetê bikin û ev nêrîn parastin:
"Vê yekê dê berdewam bikin ji ber ku ji vê yekê fehm dikin. Dema xwîna nû nebînin ji bo hevalên xwe yên ku 15 an 20 sal beriya niha mirine konên sersaxiyê vedidin û dîsa li ser mirinê, dîsa ji ser cesedan bangeşeyên xwe berdewam dikin. Kî dizane dibe ku ew kesên ku 'Di 1993yan de, di 1994an de li filan derê di pevçûnan de hatin kuştin' di nav rêxistinê de hatibin înfazkirin. Di parastinên Ocalan de hatibû diyarkirin ku 15 hezar kes di nav rêxistinê de hatin înfazkirin. Ev jimar di rastiya xwe de zêdetir e. Gelek hevalên xwe yên ku wê demê gotine wan tu xaîn î, niha qehreman îlan dikin û ji bo wan bernameyên bibîranînê li dar dixin. Sermayeya wan xwîn, mirin û cenaze ye. Îro wisa difikirin heke ku argumanê wan ji destê wam bê sitandin dê bibin wek masiyên ku ji nav avê derketine. Bila netirsin bê van jî siyaset tê kirin. Piştî demekî çek kêrî tiştekî nake, vedigere bereksê wê."
-"Edaleta di temsîlê de divê ji bo îstiqrara di birêvebiriyê de neyê fedakirin"
Zekeriya Yapicioglu benda hilbijartinê ya ji sedî 10ê rexne kir û wiha axivî: "Heke HDP wek partî bikeve hilbijartinê û di bin benda ji sedî 10ê de bimîne ev dê bibe sedem ku meşrûiyeta hilbijartinê bi awayekî cidî bê nîqaşkirin. Dibe ku ji bo hin atmosferên nû yên kaotîk bibe bingeh. Ev tişteke bi xetere ye."
Yapicioglu parast ku divê teqez car din benda hilbijartinê ji ber çavan re derbas bikin û xwest ku edaleta di temsîlê de divê ji bo îstiqrara di birêvebiriyê de neyê fedakirin. Yapicioglu got ku "Ne mimkun e ku mirov bibêje ev pergal, pergaleke adil e. Dibe ku ev pergal îsriqrarê tîne lê divê edaletê ji bo tu tiştê feda nekin."