DIYARBAKIR
Platforma Qudsa Azad li Diyarbekirê bi mebesta "Roja Qudsê ya Cîhanê" daxuyaniya çapemeniyê da.
Kom li ber Mizgefta Mezin a Diyarbekirê piştî nimêja îniyê civiya û li dijî Îsraîlê slogan avêtin.
Kesên di komê de dowîzên ku li serê bi kurdî û tirkî "Qudsa Azad û dinyayeke bê Îsraîl", "Têkoşîna azadiya Qudsê têkoşîna azadiyê ya umetê ye" û "Em li gel gelê Filistînê ne" dinivîsand rakirin.
Alîkarê Serokê Şaxa Diyarbekirê ya Cemiyeta Mustazafê Cemil Unsal li ser komê daxuyanî da û destnîşan kir ku Quds li dijî emperyalîzma kurewî têkoşînê dide û wiha xeberda: "Ji bo em xwedî li Qudsê derkevin, dagirkeriya siyonîstan bi dawî bibe û doza Qudsa azad bang bikin hatin bal hev. Doza Qudsê doza erdnîgariyekênîne, doza Qudsê doza hemû umeta Îslamê ye."
Piştî daxuyaniyê kom belav bû.