24 Adar 2016•Rojanekirin: 25 Adar 2016
ANKARA
Sepana saeta havînê wê di 27ê adarê da dest pê bike.
Bi mebesta ku ji ronahiya royê zêdetir bê îstifadekirin û ji ceyranê teserûf were kirin, saet wê ji 27ê adarê roja yekşemê 03.00yan pê va saetekê pêşda bê hildan.
Biryara Lijneya Wezîran a der barê sepanê da, di 16ê adarê da di Rojnameya Fermî da hatibû weşandin.
Li Tirkiyeyê sepana saeta havînê biharê dest pê dike û nîvê payîzê bi dawî dibe. Bi vî awayî 7 mehan sepana saetan li gor saeta pêşvehildayî didome.
Li gor vê ew ê 30yê kewçerê roja yekşemê ji 04.00an pê va saetekê paşva bê hildan.
Li gor Qanûna Li Ser Dabeşkirina Bîst û Çar Saetan ya Rojê ku di 1925an da hat derxistin, sepana saeta havînê wê di 27ê adarê roja yekşemê dest pê bike.