Rojnameger Philip Gingell Hanrahan û Philip John Pendlebury li Diyarbekirê hatin binçavkirin û paşê şandin girtîgeha Edeneyê, dadgehê biryara berdana wan da. Rojnameger hatin dersînorkirin.
Li gor agahiya ku hat bidestxistin, piştî ku serbest hatin berdan, rojnameger teslîmî rayedarên Midûriya Îdareya Koçê ya Bajêr. Piştî qeyd û bendan Hanrahan û Pendlebury bi balafirê şandin Dusseldorfa Almanyayê.
Philip Gingell Hanrahan, Philip John Pendlebury û Mohammed İsmael Rasoolê ku li gor gotinê ji rojnamegerên îngiliz ra wergêrî dikir, 7 roj berê li Diyarbekirê hatibûn girtin. Li otêla ku ev kes lê diman, ajandayek hat dîtin û di ajandayê da kurtasiya navên rêxistinên girêdayî rêxistina terorê ya PKK/KCKê û îngiliziya wan nivîsar bû. Hatibû tesbîtkirin, dema ku mensûbên YDG-Ha girêdayî PKKê bombe û molotof çêkirine, van rojnamegeran dîmena wan kişandine.
Rasoolê iraqî jî ji ber ku di kompîtura wî da pergala şîfrekirina bikrîpto ya tê îdiakirin ku DAEŞa rêxistina terorê bi kar tîne, hat dîtin. Rasool ji ber vê girtî ye.