Eser di daxuyaniya xwe de bal kişand ku êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê her ku diçe tundtir dibe û sivîl bêtir tên kuştin.
Eser diyar kir ku ew bi xêra çapemeniya cihanê hîn bûn li Xezeyê sivîlên ku tên qetilkirin beşek jê zarokên ku hê nebûne 10 salî ne û dayîkên wan ên ku canê xwe ji wan re dikin çeper in û ji ber vê jî di van rojên dawîn de Îsraîl zêdetir êrîşan dibe ser rojnamegeran.
Her wiha eser bi bîr xist ku buroya AAyê cara duyemîn rastî êrîşê hat û wiha domand: "Em di van êrîşan de qesdan digerin. Li Xezeyê 8 rojnameger hatin kuştin û 14 jî birîndar bûn. Em ê çalakiya li pêşiya balyozxaneya Îsraîlê ji bo rojnamegerên ku li Xezeyê di xeteriyê de dixebitin, bikin."
Dîsa Eser ji xebatkarên medyayê daxwaz kir ku li hemberî êrîşên Îsraîlê yên li dijî peyamneran bêdeng nemînin û beşdarî çalakiya wan a ku dê sibê di seet 15.00an de li pêşiya Balyozxaneya Îsraîlê pêk were, bibin.