13 Nîsan 2016•Rojanekirin: 19 Nîsan 2016
DIYARBAKIR
Li Hênêya navçeya Diyarbekirê piştî ku hewa germ bû, koçerên ku heywandariyê dikin derdikevin zozanan.
Koçerên ku zivistanê li gundên Alîtaş, Demirlî, Yenîkoy û Kavakliyê derbas kirin, piştî rêwîtiyeke ku hefteyek ajot derketin zozanên li Bîngol, Mûş, Erzirom û Qersê ku kirê kirine û wê koçer qederê 9 meh li van zozanan bimînin.
Ji koçeran Mehmet Ulaş destnîşan kir ku ji zarokatiya xwe va şivaniyê dike û got her sal havînê derdikevin zozanan.
Ulaş diyar kir ku derketina wan zozanan qederê hefteyekê dikşîne û wiha xeberda: "Karê me zor e, lê tiştek ji dest nayê. Em debara xwe bi vî karî dikin. Em keriyên ku teslimî me dikin xwedî dikin. Em ê qederê 9 mehan li zozanan bimînin û zivistanê jî vegerin. Zivistanê em dadikevin û li deştê bi cî dibin."